21:00 22 Gulan 2018
    Mehûm Ebbas

    Ebbas: Bê Qudsê ne aştî û ne jî dewlet çêdibe

    © AFP 2018 / ABBAS MOMANI / AFP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas di axaftina xwe de ragihand ku bê Qudsê ne aştî û ne jî dewlet çêdibe.

    Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas li Ramallahê di civîna 22.yemîn a Konseya Netewî ya Filistînê de bersiva rêxistinên filistînî ku nedixwestin civîna konseyê were lidarxistin da û got: "Deriyê Konseya Netewî ya Filistinê ji hemû grûbên filistînî re vekiriye."

    Mehmûd Ebbas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mixabin civînên konseya paralel li Xezze an jî li cihekî din bi ser nakevin. Eger Konseya Netewî ya Filistînê neciviyana wê xeyala Filistînê têketana talûkê."

    Ebbas di dirêjiya axaftina xwe de pêvajoya aştî ya bi Îsraîlê re nirxand û got: "Tekane rêya berxwedana li hemberî dagirkeriya Îsraîlê çalekiyên aştiyane ne. Em naxwazin di pêvajoya aştiyê de tenê Amerîka navbeynkariya pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê bike. Dibe ji nêzîk ve rêvebiriya Filistînê ji bo têkiliyên Îsraîl û Amerîkayê gavên talûke bavîne."

    Bi heman mijarî:

    Ebbas: Em nahêlin tu kes balyozxaneya xwe bikşîne Qudsê
    Îstîxbarat Misrê hewl dide Ebbas ji kar dû bixe û Dahlan bîne cihê wî
    Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
    Ebbas: Rêvebirekî ereb ji bo normalbûna bi Îsraîlê re pere pêşniyar kir
    Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê
    Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas diçe Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Filistînê, Mehmûd Ebbas, Ramallah, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de