17:08 24 Gulan 2018
    Benyamin Netanyahu

    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu civîneke rojnamevaniyê lidarxist û di wê civînê de amajê pê kir ku tevî peymana çekên nûkleerî bernameyeke nepen a çekên nukleerî ya Îranê heye û got di vî warî de delîlên me yên nû hene.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ji mêj de ji bo sabotekirina peymana nukleer a Îranê û Almanya û 5 endamên daîmî yên Konseya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya 2015an tê dikoşe. Di vî warî de bi pêşkeşiyekê derkete pêşberî raya giştî ya navdewletî.

    Netanyahu amajê pê kir ku di warê çekên nukleerî yên Îranê de di destê wan de delîlên şênber hene û îdia kir ku wan kopyayên arşîva nukleer a Îranê bi dest xistine.

    Serokê îsraîlî got rêveberiya Îranê diparast ku wan berê çekên nukleer bi pêş nexistine lê bidestxistina nîv ton belgeyên îranî piştrast dike ku bernameya kevin a çekên nukleerî ya Îranê heye.

    Netanyahu amajê pê kir ku ‘zêdetirî 100 hezar belgeyî bi dest xistine û parast ku peymana nukleer li ser bingeha derewan hatiye avakirin' û israr kir ku ew dê ‘belgeyên ku hatine bi dest xistin dide nîşanda ku Îran ji tevahiyê dinyayê re derewan dike'

    Netanyahu li pêşiya kutupxaneyeke ji klasoran bi bernameya PowerPointê bi îngilîzî pêşkêşiyek kir. Serokê îsraîlî diyar kir ku ji arşîva çekên nukleer a îranê 55 hezar belge û 183 CD teqdîm kir û da zanîn ku ev belge bi rêveberiya Amerîkayê re jî hatine parvekirin.

    Netanyahu got arşîva çekên nukleerî ya Îranê di sala 2017an de bo herêma Şorabard a Tehranê hatiye veguhestin û di vî warî hindek dîmen pêşkêş kirin. Serokê îsraîlî pê de çû îdia kir ku ev tevger piştî îmzekirina peymanê ya sala 2015an jî dewam kiriye.

    "2015an piştî îmzekirina peymanê Îranê hewildanên dosyeyên xwe taybet zêde kir. 2017an arşiva xwe ya çekên nukleerî bo devereke nepen a li Şorabarda Tehranê veguhest."

    Netanyahu "Îranê tevî ku sala 2003an navber dabe projeya xwe ye nepen a bi navê Amadê jî xebatên xwe yên qadê berdewam kirine. Hetta piştî peymana 2015an jî ji bo ku di pêşerojê de bi kar bîne zanyariyên xwe yên çekên kîmyewî parastin û ew bi pêş xistin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump hewil dide peymana çekên nukleerî ya KENY bi Îranê re ya ku selefê wî Barack Obama bi kedeke mezin pesend kiribû bavêje sergo. Trump biryara dewamkirina peymanê an jî betalkirina peymanê de 12ê Gulanê eşkere bike.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu dê îşev derbarê Îranê de daxuyaniyekê bide
    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Netanyahu: Di nava çend rojên pêş de Amerîka balyozxaneya xwe li Qudsê vedike
    Netanyahu: Di mesela Sûriyê de em bi Trump re ne
    Netanyahu bersiva Îranê da: Me test nekin
    Etîketan:
    Daxuyaniyên Serokê Îsraîlê, peymana çekên nukleerî, îdiaya çekên nukleerî, Çek, Benjamin Netanyahu, Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de