01:38 26 Gulan 2018
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Rusya Mariya Zaxarova

Zaxarova: Medyaya Rojavayê çavdêrên sûriyeyî yên ku rastî vegotin jehrî kir

© Sputnik / Valery Melnikov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji rojenamegeran axivî û helwesta ne etîk ya li dijî çavdêrên Sûriyeyî ya ‘vîdeoya mîzansen' ya ku tê îdikairin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn rexne kir. Zaxarovayê got, çavdêrên bûyerê yên ku rastî anîne ziman ‘hatin jehrîkirin'.

Zaxarova ji Televizona Rossiya 1ê re axivî û helwesta rojanmegerên Televizyona îngilîzî ya ITV û BBC ya li dijî çavdêrên ku beşdarî civîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya 26 ê Nîsanê bûne rexne kir.

Zaxarova da zanîn ku ji 17 çavdêrên ku beşdarî civîne bûne hatiye pirsîn bê ‘ji bo ku beşdarî civînê bibe çiqas pere stendine'. Peyamnêrê BBCyê jî parastiye ku dê Hesen Diabê 12ê salî travmaya saykolojîk derbas bike.

‘DI CIVÎNA XWE YA DIN DE EZ DÊ NAVÊ VAN ROJNAMEGERAN EŞKERE BIKIM'

Zaxarova "Kesên ku bi salan e teza demokrasiyê û dîmenên zaroka bi awayekî xirab bi kar dianîn niha jî zarokên ku hatine Laheyê tê pirsîn go travmaya saykolojîk derbas bike yan na. Min navê van rojnamegeran bi dest xist, ne tenê îngilîz in herwiha hevwelatiyên Almanyayê ne jî. Di civîna xwe ya din de ez dê navên wan eşkere bikim. Em dê bidine nîşandan go çawa Sûriyeyiyan ‘jehrî' dikin. Dibêjin Sûriyeyî bi çekên kîmyewî hatin jehrîkirin lê em dê bibînin bê yên ku ‘jehrîkirine' kî ne."

‘GELO LI SER TRAVMAYA ZAROKÊN KU HÊJ JIDAYÎK NEBÛNE FIKÎRÎNE?'

Zaxarova herwiha ev yek ji rojanamegeran pirsî: "6-7 sal berê li Rojhilata Navîn, li Afrîkaya Bakur dema bangewaziya ‘Bihara Erebî' kirin qet li ser travmaya zarokên ku hêj dayîk nebûne fikirîn gelo?'

Nûnerên Rûsya û Sûriyê OPCWê derbarê êrişa kîmyewî ku tê îdiakirin 26ê mehê li bajarê Dûmayê yê Sûriyê hatiye lidarxistin civînek lidar xist.

Ji bo ku derxin holê bê vîdeoya ‘êrişa kîmyewî' ya ‘Xûzeyên Spî mîzansen e 17 çavdêr hatin anîn. Çavdêran bûyerên wê rojê vegotin û destnîşan kirin ku ew delîlên ku ji çapemeniyê re hatin pêşkêşkirin sexte ne.

Bi heman mijarî:

OPCW: Şandeya me li Dûmayê dest bi komkirina nimûneyan kiriye
Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê
Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
Nûnerê Putin: OPCW dizane li Saratovê çekên kimyewî nayên hilberîn
OPCW: Bikaranîna çekên kîmyewî li Efrînê nehat piştrastkirin
Etîketan:
îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî, daxuyanî, OPCW, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW), Mariya Zaxarova, Bakurê Sûriye, Dûma, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de