17:06 24 Gulan 2018
    Benyamîn Netanyahu

    Netanyahu dê îşev derbarê Îranê de daxuyaniyekê bide

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat daxuyandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu îşev dê derbarê Îranê de axaftinekê bike, ku ew axaftina wekî 'nûçêyên dramatîk' hatin binavkirin.

    Serokê Îsraîlê dê li Tel Avivê li baregeha leşkerî ya Kiryayê biaxive û hat diyarkirin ku dê ne behsa îdiayên duhî yên li ser lêdana baregehek Îranê ya li Sûriyeyê bike, dê behsa peymana nukleerî ya Îranê bike.

    Rojnamegerê ji televizyona Îsraîlê ya Kanal 10ê Barak Ravid îdia kir ku Netanyahu dê ‘agahiyên nû yên îstixbaratê' parve bike, ku Îran li beramberî peymanê jî bernameya nukleerê didomîne.

    Netanyahu diparêze ku Îran ji bo tunekirina Îsraîlê hewl dide çeka nukleerî çêbike. Serokwezîrê Îsraîlê duhî li Îsraîlê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re civiyabû.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Em ê hemû baregehên Îranê tune bikin
    'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'
    Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
    Îranê Îsraîl hişyar kir: Êrîşa ser baregeha li Sûriyeyê wê bê bersiv nemîne
    Îsraîl: Xazeyê bihêlin Sûriyê bombebaran bikin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamin Netanyahu, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de