17:05 26 Gulan 2018
Kandahar - Afganistan

Li Afxanistanê dijî konvoya NATOyê êrîş: 11 zarok mirin

© REUTERS / Stringer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin li bajarê Kandahara Afxanistanê li dijî konvoya NATOyê êrîşa xwekujiyê pêk hat, di encama êrîşê de 11 zarokên ku li hawirdorê bûn jiyana xwe winda kirin.

Şêwirmendê Çapemeniya Miduriyeta Ewlekariya Kandaharê Kasim Afgan vegot ku çalakvanê xwekujiyê bi wesayita bombe barkirî li dijî konvoya NATOyê ya ku leşkerên Romanyayê tê de bûn êrîşa xwekujiyê pêk anî.

Afgan eşkere kir piştî êrîşê 11 zarokan jiyana xwe winda kiriye û gellek ewlekarên biyanî û yên afxan di nav de 16 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Waliyê Kandaharê Said Ahmed Azizi jî hejmara miriyan piştrast kir. Herwiha Azizi ragihand ku di nav birîndaran de 5 leşkerên Romanyayê û polîsên afxanî hene. Heta niha ti kesî êrîş neda ye ser xwe.

Di du êrîşên serê sibehê yên li Kabîlê de rojnamevan jî di nav de herî kêm 25 kes miribûn, herdu êrîş jî DAIŞê hilda bû ser xwe.

Etîketan:
êrîşa xwekujiyê, Kasim Afgan, Efganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de