20:59 22 Gulan 2018
    Muhammed bin Selman - Serokê Dewleta Yakîtiya Amerîkayê Donald Trump

    Prensê Welîahd: Filistînî an wê plana Trump qebûl bikin an jî wê devê xwe bigrin

    © Sputnik / Jonathan Ernst
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Prensê Welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman ku beriya serdana DYAyê daxuyandibû ku Îsraîlê dinasin, di civîna bi lobiya bi yahûdiyan re eşkere kiriye ku, "Filistînî yan wê plana Trump qebûl bikin an jî bila devê xwe bigrin, divê êdî dev ji gilîkirinê berdin."

    Hat ragihandin ku Prensê Welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman 27ê Adarê li New Yorkê di civîna lobiya Yahûdiyan de li dijî filistîniyan hin gotinên tund kirine. Piştî ku di 6ê Rêbendanê de Qudsa ku ji aliyê serokê DYAyê wek paytextê Îsraîlê hat nasîn, hat îdiakirin ku prensê welîahd yê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman bi tund derbarê filistîniyan de axiviye û gotiye, "Filistînî yan wê plana Trump qebûl bikin an jî bila devê xwe bigrin, divê êdî dev ji gilîkirinê berdin." Serokê Revebiriya Filistînê Mehmûd Ebbas piştî biryara Trump daxuyandibû ku navbeynkarî jî di nav de di her warî de DYAyê mûhatap nastînin.

    Hin çavkaniyên ji Kanala 10 ku ji Îsraîlê weşanê dike re axivîn, dan zanîn ku axaftina Mbs ya di civînê de herkesî şaş kiriye û wiha gotiye: "Lîdertiya Filistînê ev 40 sal e li ser hev gellek fersend ji dest berdan û gellek pêşniyaz red kirin. Êdî dem dema ku filistînî li ser maseyê pêşniyazan muzakere bike ye, yan wê plana serok Trump qebûl bikin yan jî wê devê xwe bigrin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ez vedixwînim ku Quds wekî payitexta Filistîn ya di jêr dagirkeriyê de were nasîn
    Filistîn: Em serxwebûna Kurdistanê red dikin, ev plana Îsraîlê ye
    Etîketan:
    Mijara Qudsê, fersend, filistîn, paytext, Muhammed bin Selman, Siûdî Erebistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de