06:54 26 Gulan 2018
Vladîmîr Pûtîn û Emmanuel Macron

Pûtîn û Macron alîgirên parastina peymana li gel Îranê ne

© Sputnik / Alexey Nikolsky
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron alîgirê wê yekê ne ku peymana di navbera Îran û welatên P5+1ê de hatiye îmzekirin were parastin.

Kremlinê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî xwestiye bi telefon bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re biaxive.

Macronî derbarê beşên civîna xwe ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trumpî yên derbarê peymana nûklerî ya Îranê agahî dan Pûtînî. Herdu serokan teqez kir ku alîgirên wê yekê ne ku peyman were parastin.

Herwiha herdu serokan mijarên din ên rojeva navneteweyî û yên navbera herdu welatan gotûbêj kirin.

Agahî tên…

Etîketan:
Donald Trump, Emmanuel Macron, Vladîmîr Pûtîn, Îran, Fransa, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de