17:05 26 Gulan 2018
Nîkol Paşînyan

Serokê xwepêşandanan bû namzedê serokwezîrtiyê

© REUTERS / Gleb Garanich
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê muxalifên Ermenistanê Nikol Paşînyan ji Grûba Tifaqa Derketinê (Yelq) bi fermî bû namzedê serokwezîrtiyê.

Endamê Partiya Grûba Tifaqa Derketinê (Yelq) Ararat Mîrzoyan di axaftina xwe de ragihand ku Nîkol Paşînyan ji bo wezîfeya serokwezîrtiyê namzed hat nîşandan. Mirzoyan di axaftina xwe de got: "Peşniyara serokwezîrtiyê li Paşînyan hat kirin. Yelq li parlamentoyê Partiya Komarparêz jî di nav de wê bi sê partiyan re hevdîtinan pêk bîne."

PAŞÎNYAN: DIVÊ EM DI NAVA YEAYÊ DE BIMÎNIN

Serokê xwepêşandanan Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Em nahêlin Ermenistan ji nava Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (YEA) derkeve. Lê ev naye wateya ku di nava YEAyê de pirsgirêk tunene. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bi hevalbendên xwe yên YEAyê re çareser bikin. Herwiha ji bo îstîqrara têkiliyên bi Azerbeycanê re pêwistî bi artêşeke bihêz heye."

Paşînyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hê jî Azerbeycan polîtîkayê xwe yên agresîf didomîne. Wezîfeya me artêşê bihêz bikin û ji bo şer amade bikin. Ev dê berê Azerbeycanê bide rêyeke erênî."

Bi heman mijarî:

Li Ermenistanê xwepêşandan bi hemû hêza xwe didome
Li Ermenistanê serokê dewletê û serokê muxalifan civiyan
Moskowa: Hêvî dikin li Ermenistanê têkilî di nava hikûmet û muxalefetê de were danîn
Serokwezîrê Ermenistanê îstîfa kir
Serokê Ermenistanê: Rewşa li welatê me gihîşt asta metirsîdar
Serdozgeriya Ermenistanê: 3 parlementerên muxalefetê hatin binçevkirin
Etîketan:
Partiya Grûba Tifaqa Derketinê (Yelq), Nîkol Paşînyan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de