11:16 24 Gulan 2018
    Prens El Velid bin Talal

    Prensê mîlyarder yê Siûdî El Velid otelên xwe difroşe

    © AP Photo / Majdi Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Prensê Siûdî El Velid bin Talal ku ji du mehan zêdetir li otelekê hat desteserkirin û herî dewlemendê Erebistana Siûdi ye, otelên xwe derxist firotinê. Xwediyê şîrketa Kingdom Holdingê Prens El Velid bin Talal, di şîrketên navdewletî wek Citigroup û Twitterê de jî xwediyê hîseyan e.

    Herî dewlemendê Erebistana Siûdi Prens nêzî du mehan li Erebistana Siûdî di otelekê de hatibû desteserkirin. Herwiha hat ragihandin ku şîrketa Talal Kingdom Holding, Movenpick Hotelsê difroşe AccorHotelsê. Hat eşkerekirin ku di navbera Kingdom Holding û AccorHotelsê lihevkirin pêk hatiye û firotina otelan di nîva duyem a salê de dê bi tevahî biqede. Herwiha ji %5.7 hîseya Kingdom Holdingê di Accorê de heye.

    AccorHotel a frensî beriya niha daxuyandibû ku dê Movenpickê bi 567 milyon dolaran bikire. Movenpick Hotels & Resorts a ku di sala 1973an de li Swîsreyê hatiye avakirin li 27 welatan xwedî 84 otelan e. Şîrket bi taybetî piranî li Ewropa û Rojhilata Navîn xwedî hêzek e girîng e. Xwediyê şîrketê Prens El Velid bin Talal di şîrketên navdewletî wek Citigroup û Twitterê de jî xwediyê hîseyan e.

    Bi heman mijarî:

    Hemû prens û berpirsên bilind ku ji gendeliyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
    Prens bi 300 milyon dolarî şatoyek kirî
    Li Siûdî helîkoptera ku prens û berpirsên mezin têde bûn ket: 8 mirî
    Şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth bi enîşka xwe Prens Williamê hişyar kir
    Etîketan:
    dolar, firotin, prens, otel, El Velid bin Talal, Erebistana Siûd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de