05:31 22 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    Îranê îdîaya ku baregeha wê li Sûriyeyê hatiye bombekirin red kir

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Îranê îdîaya ku li Sûriyeyê baregeheke leşkerî ya wan hatiye bombekirin û di êrişê hejmarek leşkerên Îranê hatine kuştin red kir.

    Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike di axaftina xwe ya ajansa nûçe ya nîvfermî ya Îranê (Tesnim) de got: "Nûçeyên ku baregehên me ya leşkerî li Hema û Heleba Sûriyeyû bûne armanc û di êrişê de leşkerên îranî hatine kuştin ne rast in."

    ‘LI GOR ÇAVKANIYÊN MUXALIF ÊN SÛRIYEYÎ ÎSRAÎLÊ ÊRIŞ PÊK ANIYE'

    Li gor îdîaya Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyeyê li Brîtanyayê li pişta êrişa şevê din a Sûriyeyê dewleta Îsraîlê heye.

    ​Rewangehê di berdewamiya daxuyaniya xwe de îdîa kir ku di êrişa baregeha leşkerî ya başûrê Hemaya Sûriyeyê li hemberî Tuxaya 47emîn de 26 şervanên ku Îran piştgiriya wa dikir hatine kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûye. Li gor rewangehê di êrişê de 4 hemwelatiyên sûriyeyî jî hatine kuştin. Lê heta niha Îsraîlê derbarê êrişê de ti daxuyanî nedaye."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
    Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Etîketan:
    Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyeyê li Brîtanyayê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de