16:50 20 Gulan 2018
    Avigdor Liberman

    Wezîrê îsraîlî: Sê pirsgirêkên me yên mezin hene

    © Sputnik / JACK GUEZ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman di hevpeyvîneke xwe ya rojnameyeke îsraîlî de ragihand ku sê pirsgirên me yên mezin hene Îran, Îran û dîsa Îran.

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman di hevpeyvîneke xwe ya rojnameya Jeruselam Postê de rexneyên tund li Îranê girtin û got: "Îran dixwaze Îsraîlê dorpêç bike. Em nahêlin Sûriye bibe baregeha leşkerî ya Îranê."

    Avigdor Liberman di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Wek ku berê hevkarekî min jî gotibû, sê pirsgirêkên me yên mezin hene. Îran, Îran û dîsa Îran. Ya pêşî Îran dixwaze li herêma bêaramiyê ava bike û ev ne bi Îsraîlê re sînordar e. Hûn fealiyetên wê yên li Yemen, Libnan, Iraq û Sûriyeyê dibînin. Fealiyetên Îranê yên li hemberî Îsraîlê piştî peymana nûkleerî zêdetir bûn."

    Liberman di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "We raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku mijara piştgiriya terorîzmê dinirxîne dît. Di wir de de tê gotin ku piştgiriya herî mezin a terorê Îran dike. Eseh Îran piştgirî dide û dixwaze li derdora Îsraîlê hêzên wekaletê ava bike. Li vir Hizbullah heye, Îslamî Cihad heye û Hemas heye. Yek ji van jî bêyî piştgiriya Îranê nikarin hefteyekê jî li ser lingan bimînin. Her çi dibe bila bibe em nahêlin Îran axa Sûriyeyê li hemberî Îsraîlê bikar bîne."

    Bi heman mijarî:

    Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin
    Liberman: Em ji şerê Hizbullahê re ne amade ne
    Liberman rijandina xwîna cihûyan ne hêsan e: Bila bên bi darvekirin
    Liberman: Xeta boriya gaza xwezayî ya Tirkiyê û Îsraîlê dê bibe xeletiyeke stratejîk
    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Liberman cara yekemîn serdana Amerîkayê kir
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê, Avigdor Liberman, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de