17:22 23 Gulan 2018
    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu

    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got, em ji ber polîtîkayên xerab ên Îranê bi fikar in.

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî hevdîtina xwe ya ligel Şahê Erebistana Siûdî Mûhammed Bîn Selman, derbasî Îsraîlê bû û bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re civiya.

    Pompeo di axaftian xwe ya li Tel Avîvê de got, "Endîşeyên me yên ji bo gefên Îranê yên li hemberî herêmê û Îsraîlê hêj berdewam dikin."

    Pompeo di berdewamiya axaftina xwe de derbirî ku ji bo dijayetiya polîtîkayên xerab ên Îranê, ku li Rojhilata Navîn dibin sedema xerabûna aramiyê, hevkariya ligel hevkarên wekî Îsraîlê gelekî girîng e û got, ew ê konsolxaneya Amerîkayê di 14ê Gulanê de veguhzîne Qudsê.

    Mike Pompeo herwisa detsnîşan kir ku bi ya min ji bo welatê me û hemû cîhanê metirsiya herî mezin, zewaca Îslama milîtan û çekên kîmyewî ne û got, bi taybetî bidestxistina Îranê ya çekên nukleerî.

    Bi heman mijarî:

    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    Asayîşa kurdî 50 kîlo heroîn zeft kirin ku ji Îranê hatibû
    Îsraîl: Em ê hemû baregehên Îranê tune bikin
    Li Brîtanyayê dê li ser kurdên Îranê panelek were lidarxistin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Benyamin Netanyahu, Mike Pompeo, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de