06:55 22 Hezîran 2018
ABD Dışişleri Bakanı Mike Pompeo- Suudi Arabistan Dışişleri Bakanı Adil el Cubeyr

Pompeo: Li Kendavê yekîtî girîng e û divê em vê pêk bînin

© REUTERS / SPA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrêv Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya gera Rojhilata Navîn de ziyareta xwe ya yekemîn bi Erebistana Siûdî re kir. Pompeo li wir anî ziman ku “divê em li Kendavê yekîtiyê ava bikin.”

Pompeo bi hevkarê xwe yê Siûdî Adil el Cubeyr re daxuyaniya çapemeniyê da. Pompeo destnîşan kir ku: Divê em di navbera welatên Kendavê de yekîtiyê avabikin lewra ev girîng e. Pompeo di dewamiya axaftina xwe de Îranê rexne kir: Îran bi siyaseta xwe li herêmê bêîstiqrariyê derdixe holê. Pişgiriyê dide çekdarên Hûsî û herwiha piştgiriya Esad jî dike.

El Cubeyr jî di axaftina xwe de anî ziman ku "em polîtîkaya Trump ya di derbarê Îranê de rast dibînin û piştgiriyê didinê û herwiha em dixwazin ku li tesîsên nukleerî yên îranê çevdêriyeke baş bê kirin.

Herwiha hat îdiakirin ku Pompeo bi awayek eşkere ji Erebistana Siûdî xwestiye ku têkiliyên bi Qeterê re baştir bikin û di demeke herî kurt de ablûkaya li ser Qeterê rakin.

Bi heman mijarî:

Pompeo li Siûdiyê bi hemkarê xwe el Cubeyr re hevdîtinek li dar xist
Pompeo û Çavuşoglu hevdîtinekê li dar dixin
Dîrektorê CIAyê Pompeo li Koreya Bakur bi Kim jong-un re hevdîtinek pêk anî'
Wezareta Rûsyayê ji Pompeo re: Kesê ku tev li karê welatên din dibe hebe Amerîka ye
Etîketan:
Erebistana Siûdî, Mike Pompeo CIA, Erebistana siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de