16:43 20 Gulan 2018
    Avigdor Liberman

    Îsraîl: Em ê hemû baregehên Îranê tune bikin

    © East News / AP/FOTOLINK
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman got, ger hêzên artêşa Îranê êrîşê Tel Avîvê bikin, em ê jî Tehranê bikin hedef. Serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney jî bang li hemû welatên mislimanan kir ku li hemberî Amerîka û dijminên din bibin yek.

    Lieberman ji bo malpera nûçeyan a Erebistana Siûdî ya bi navê Elaphê axivî û got, "Îsraîl şer naxwaze. Lê ger Îran êrîşê Tel Avîvê bike, em ê li Tehranê bidin."

    ‘EM Ê HEMÛ BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN ÎRANÊ TUNE BIKIN'

    Liebermanê ku ji bo serdaneke fermî li Amerîkayê ye, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "(Ger Îran Tel Avîvê bike hedef) em ê hemû baregehên leşkeri yên Îranê li Sûriyeyê tune bikin. Berdêla wê çi dibe bila be."

    Ji aliyê din ve serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney jî li ser televîzyonê bertek da planên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo xerakirina peymana nukleerê û got, "Gelê Îranê li hemberî zordestiya Amerîka û hêzên din bi serkeftî ber xwe da û em ê vê berxwedanê bidomînin. Divê hemû gelen misliman li hemberî Amerîka û dijminên din bibin yek."

    Xamaney herwisa ji bo gotinên ‘Hinek welatên li Rojhilata Navîn bêyî parastina Amerîkayê nikarin hefteyekê li ser pêyan bisekine' yên Trump got, ev daxuyanî ji bo mislimanan heqaret in.

    Bi heman mijarî:

    'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'
    Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
    Îranê Îsraîl hişyar kir: Êrîşa ser baregeha li Sûriyeyê wê bê bersiv nemîne
    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Îsraîl: Xazeyê bihêlin Sûriyê bombebaran bikin
    Etîketan:
    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Avigdor Lieberman, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de