11:44 23 Gulan 2018
    Quds

    Çekya konsolxaneya xwe ya li Qudsê ji nû ve vedike

    © REUTERS / Baz Ratner
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çekyaya ku Rojavayê Qudsê wekî paytexta Îsraîlê qebûl kir, daxuyand ku dê konsolxaneya xwe ya fexrî ya li Qudsê careke din veke. Serokê Dewleta Çekyayê Milos Zeman jî careke din anî ziman ku ew dixwaze Balyozxaneya Çekya ya li Tel Avîvê veguhezîne Qudsê.

    Israel's Prime Minister Benjamin Netanyahu and U.S. President Donald Trump
    © REUTERS / Kobi Gideon/Courtesy of Government Press Office
    Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çekyayê de ev tişt hatin gotin, "Çekyayê biryar da ku konsolxaneya xw eya fexrî ya li Rojavayê Qudsê di meha gulanê de veke. Herwisa biryar hat dayîn ku beriya îsal biqede, dê li Rojavayê Qudsê Navenda Çand a Çek were vekirin."

    Serokê Dewleta Çekyayê Milos Zeman jî, ku wekî alîgirê Îsraîlê tê zanîn, êvara duhî dubare kir ku ew dixwaze balyozxaneya welatê xwe ya li Tel Avîvê veguhezîne Qudsê.

    Milos Zeman ji bo pîrozbahiya salvegera 70yem a damezirandina Îsraîlê li Qelheya Pragê axivî û got, ew bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re peyiviye.

    Bi heman mijarî:

    Ebbas: Em nahêlin tu kes balyozxaneya xwe bikşîne Qudsê
    Netanyahu: Di nava çend rojên pêş de Amerîka balyozxaneya xwe li Qudsê vedike
    Welîahdê Siûdî: Ez li Qudsê berjewendiyên herkesi diparêzim
    Benyamin Netanyahu li ser Qudsê daxuyanî da
    Etîketan:
    Wezareta Karên Derve ya Çekyayê, Serokê Dewleta Komara Çekyayê, Milos Zeman, Çekya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de