11:14 24 Gulan 2018
    Penaber - Koçber - Iraq - Mûsil

    Tirkiye: Ji bo sûriyeyiyan zêdetirî 31 milyar euro hat xerckirin

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Akdag diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha ji bo sûriyeyiyan 31 milyar euro xerc kiriye û parast ku civaka navdewketî barê sûriyeyiyan parve nekiriye û azmûna wergirtina berpirsyariyê derbas nekiriye.

    Koçber
    © REUTERS / Bernadett Szabo
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Akdag li bajarê Brukselê yê paytexta Belçîkayê di konferansa bi navê 'Piştgirîkirina Siberoja Sûriyeyê û Herêmê' de axivî û goti şerê li Sûriyeyê piştî Şerê Duyem ê Cîhanê veguherî kêşeya mirovî ya herî metirsîdar.

    Akdag di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa sûriyeyên li Tirkiyeyê û got, li Tirkiyeyê zêdetirî 3 milyon û nîv sûriyeyî tomarkirî ne û ji bo 20 hezar sûriyeyiyan destûra kar hatiye dayîn, nêzikî 13 hezar sûriyeyî jî kargeh vekirine.

    Recep Akdag anî ziman ku ji bo sûriyeyiyên li Tirkiyeyê heta niha zêdetirî 31 milyar euro hatiye xerckirin û Yekîtiya Ewropayê bi bicihneanîna berpirsyariyên xwe tawanbar kir.

    Bi heman mijarî:

    Gelo Sûriyeyî di heyama şerê navxweyî de çi dixwun?
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
    Fitbolîstê portekîzî Ronaldo, alîkariya zarokên sûriyeyî kir
    Etîketan:
    penaber, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Recep Akdag, Bruksel, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de