20:55 20 Gulan 2018
    Afganistan

    Rêxistinê demsala biharê wek ‘Bihara Êrişan' ragihand

    © AP Photo / Rahmat Gul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Talîbanê demsala biharî wek ‘Bihara Êrişan' ragihand. Wezareta Derve ya Amerîkayê jî piştgiriya hikûmeta Afganistanê kir.

    Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina Talîbanê eşkere kiriye ku wê êrişên biharê pêk bîne, rêxistin bi van gavên xwe salê dibe sedema kuştina bi hezaran însanan.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de got: "Amerîka wek bersiva Talîbanê wê li kêleka xelkê afgan be. Em piştgiriya hêzên ewlehî ku şerê Talîban û grûbên terorîst didin dikin. Talîban divê f3işekan bi dengan bide guherandin. Bila ofîsan vekin û dengan bikar bînin. Bila serokên afgan vegerin welatên xwe. Tundûtujî wê aştiyê neyine Afganistanê."

    Bi heman mijarî:

    Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da
    Amerîkayê serkirdeyê Talîban ji destê xwe revandiye
    Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
    Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Etîketan:
    Rêxistina Talîbanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de