07:15 26 Gulan 2018
Leşkerên rûsî - Şam - Kampa Vafidin a penaberan

'Rûsya, teqez li hemberî ku Qeter leşkerên xwe bişîne Sûriyê ye'

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê rûsî Îgor Morozov anî ziman ku Moskowa teqez li hemberî ku Qeter leşkerên xwe bişîne Sûriyê ye.

Piştî daxuyaniya Amerîka û Erebistana Siûdî ya di derbarê şandina leşkeran bo Sûriyê navê Qeterê jî ket nav mijarê. Pisporê rûsî Morozov di derbarê mijarê de da zanîn ku, "Rûsya bi awayekî qetî li hember e ku Qeter leşker bişîne Sûriyeyê, ez ji vê sedî sed bawer im. Lewra bûyerekê wiha bi awayek eşkere binpêkirina esasên Neteweyên Yekbûyi ye.

Morozov herwiha destnîşan kir ku di piştî vê projeya ku welatên kendavê leşker bişînin Sûriyeyê de Amerîka heye.

Tê zanîn ku hefta borî rojnameya Wall Street Journal îdia kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump lê dixebite ku leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê vekişîne û di şûna wan de leşkerên Erebistana Sîûdî û Misrê bicih bike.

Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr jî gotibû ku "divê Qeter jî ji bo ku hevkariya Amerîkayê winda neke leşker bişîne Sûriyê."

Bi heman mijarî:

Erebistana Siûdî: Divê Qeter leşkeran bişîne Sûriyê û bedel bide
Qeter û Sûriyeyê peymaneke hevkariyê îmze kir
Amerîka: Em lê dixebitin ku Qeter û Tirkiyeyê ji kirîna moşekên S-400î ji para gav bavêjin
Qeter xwest ku Bexda diyalogê bi Hewlêrê re bike
Etîketan:
Qeter, Erebistana Siûdî, leşker, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de