05:35 22 Gulan 2018
    Liverpool-Muhammed Salah

    Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin

    © REUTERS / Andrew Yates
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Muhammed Salah duh di pêşbirka ewil ya nîvfînala Lîga Şampiyonan de ku du gol avêt û di serkeftina tîma xwe Lîverpoolê de xwedî parek mezin bû ji aliyê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman ve hat pesinandin.

    Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman li ser Tiwtterê pesnê fitbolîstê misirî Muhammed Salah da û got, "Demildest ez li sererkanê xwe digerim ku Salah bo artêşa Îsraîlê kirê bike."

    Salah di pêşbirka duh ya li dijî Romayê hat lîstin de bi du gol û du asîstan ve di serkeftina tîma xwe Liverpoolê de xwedî parek mezin bû. Piştî pêşbirkê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman pesnê Muhammed Salah da. Liberman di parvekirina ser twitterê de wek bi henekî pesnê Muhammed Salah da ku divê demildest sererkanê Îsraîlê Salah bo artêşê kirê bike.

    ​Ji aliyê din ve fitbolîstê misirî piştî herdu golên ku avêtin tîma xwe ya berê Romayê kêf nekir. Salah îsal di pêşbirkên ku lîst de bi tevahî 43 gol avêtin û ji aliyê Yekîtiya Fitbolîstên Profesyonel (PFA) ve fitbolîstê herî baş yê heyama 2017-2018an ê Lîga Premierê hat hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Fitbolîstê salê yê herî baş Mohamed Salah e
    Ibrahimovic di Premier Lig ê de rekor şikand
    Etîketan:
    xelat, lîg, fitbolîst, premier, fitbol, Avigdor Liberman, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de