07:59 25 Gulan 2018
    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel

    CENTCOMê xerentî da Îsraîlê ku dê 'di demeke nêzîk de venekişin'

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat parastin ku Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel di serdana xwe ya ji bo Îsraîlê de xerentî daye Îsraîlê ku dê di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê venekişin.

    Berpirsê hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn û fermandarê CENTCOMê Joseph Votel roja sêşemê çû serdana Îsraîlê. Hat diyarkirin ku Generela Votel div ê serdana xwe de bûye mêvanî serfermandarê Îsraîlê.

    Votel li Îsraîlê ligel Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyiya Îsraîlê Meir Ben-Şebbat, Serfermandarê Îsraîlê Gadi Eizenkot û rayedarên leşkeri yên civiya û hat diyarkirin ku di rojeva wî de Sûriye û Îran hebû.

    Li gorî malpera nûçeyan a ‘Arutz Sheva 7' ya Îsraîlê Votel diyar kiriye ku planên wan ên ji bo demeke nêzîk an navîn vekişîna ji Sûriyeyê tune ne û xerentî daye wan ku wê piştgiriyê bidin operasyonên ji, bo pêkanîna îstiqrar û ewlehiya sînorên Îsraîlê.

    'TRUMP Û NETANYAHU JI BO KOORDÎNASYONA LI DIJÎ ÎRANÊ HEMFIKR IN'

    Li gorî rojnameya Haaretzê jî, ku spartiye rayedarên Koşka Spî, piştî daxuyaniya Trump ya ‘em ê di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê vekişin' Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi telefonê li wî geriyaye û di navbera herdu serokan de axaftineke giran hatiye kirin. Netanyahu gotiye ger Amerîka ji Sûriyeyê vekişe dijminên Îsraîlê Îran û Hîzbûllah wê li Sûriyeyê xurtir bibin.

    Piştî girtina telefonê Koşka Spî daxuyaniyek dabû û tê de gotibû, Trump derbiriye ku ew li pişt ewlehiya Îsraîlê ye û herdu serok hemfikr in ku koordinasyona xwe ya hevpar a li dijî çalakiyên Îranê bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Bersiva Îsraîlê misoger e, tenê dem û cî di destê me de ye
    Îsraîlê eşkere tehdîda kuştina Esadî kir
    Trump ji bo Îsraîlê: Baştir dostê me tune
    'Îran amadekariyan dike êrîşî Îsraîlê bike'
    Ji ber êrişa elektronîk a DYA û Îsraîlê ya li Sûriyê pergalên parastinê ketin nava tevgerê
    Etîketan:
    Fermandarê CENTCOMê, Joseph Votel, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de