20:54 20 Gulan 2018
    Talîban

    Talîbanê daxwaza hevdîtinên aşitiyê red kir

    © AFP 2018 / Noorullah Shirzada
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Talîbanê daxwaza hevdîtina aşitiyê ya Serokê Dewleta Efxanistanê Eşraf Xanî wekî ‘komplo' bi nav kir û ji bo şerê xwe yê bihara îsal, ku her sal dide destpêkirin, navê ‘Şerê Xendeqan' danî.

    Talîbana Efxanistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û banga Serokê Dewleta Efxanistanê Eşraf Xanî ya ji bo aşitiyê wekî ‘komplo' bi nav kir.

    ‘NÊTA AMERÎKAYÊ TUNE YE KU ŞER BIQEDÎNE'

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Armanca wan a sereke ew e ku bala rayagiştî ji ser dagirkeriya welatekî biyanî yê xeyrî meşru bikişîne aliyekî din. Jixwe nêta Amerîkayê tune ye ku bi awayekî rasteqîn û cidî şer biqedîne."

    Talîbanê ji ber Şerê Xendeqan ê Muhammed pêxember yê di sala 627a de, ji bo şerê xwe yê vê biharê navê ‘Xendeqê' danî û parast ku armanca wan a sereke ne hêzên hikûmeta Efxanistanê ne, hêzên Amerîkayê ye.

    'LI SER 70 JI SEDÊ AXA EFXANISTANÊ ÇALAK E'

    Talîbanê her çiqas di daxuyaniya xwe de soz da ku dê sivîlan biparêzin jî, ji ber êrîşên wan ên ji destpêka sala 2018a û vir ve bi piranî sivîlan canê xwe daye. Tenê di meha rêbendanê de ji ber teqandina ambûlansekê li bajarê Qabîlê nêzikî 10 kes mirin.

    Li gorî Pentagonê ji sedî 56ê Efxanistanê di bin kontrola hikûmetê de ye lê BBC dibêje, Talîban li ser 70 ji sedî axa Efxanistanê çalak e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya dixwaze Kabîl û Talîbanê li Moskowayê li ser masê bicivîne
    Li Afganîstanê di êrîşa Talîbanê de 13 polîs hatin kuştin
    Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
    Rûsya: Daxuyanîyên alîkariya talîbanê nayên qebûlkirin
    Rêxistina Talîbanê kontrola bajarê Zinexanê bi dest xist
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Afganistanê, Eşraf Ganî, Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de