18:10 21 Gulan 2018
    Adil el Cubeyr

    Erebistana Siûdî: Divê Qeter leşkeran bişîne Sûriyê û bedel bide

    © REUTERS / Mohamed Abd El Ghany
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr got, “Heger Qeter naxwaze misogeriya parastinê ya Amerîkayê ji dest bide, divê leşkeran bişîne Sûriyeyê.”

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Siûdî SPAyê Cubeyr bal kişandiye ser ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên digel Serokê Fransayê Emmanuel Macron û gotiye, divê Qeter leşkeran bişîne Sûriyeyê bedel bide.

    Trump ji Qeterê daxwaza kiribû, pereyên hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê dabîn bike û leşkerên xwe jî bişîne herêmê.

    Cubeyr li ser van daxuyaniyên Trump wiha axivî: "Li gor axaftina serokê Amerîkayê, heger Amerîkayê piştgiriya xwe ya li baregeha leşkerî ya parastina Qeterê vekişandiba, dê rejîm di hefteyekê de biketa.

    Ji Qeterê hîn ti bersiveke fermî ya ji bo daxuyaniya wezîrê Erebistana Siûdî nehatiye.

    Bi heman mijarî:

    Bavê 9 zarokan nemêr derket
    Rûsyayê li Hmeymimê çend armancên hewayî rûxandin
    Li Girê Spî 108 girtî hatin berdan
    Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin
    Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Qeter, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de