04:28 28 Gulan 2018
Avigdor Liberman

'Heke li dijî me bên bikaranîn em ê S-300an tune bikin'

© Sputnik / Sergey Subbotin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastina Îsraîlê Avigdor Liberman îhtîmala bidestxistina hikumeta Sûriyeyê ya pergala parastina hewayî ya S-300an nirxand û got, "Heke Sûriye li dijî me bikarbîne em ê S-300an tune bikin."

Îsraîla ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ya sala 2011an û vir de heremê bomberan dike û çav bera hedefên Îranê da ye, gefek din li Sûriyeyê xwar. Wezîrê Parastina Îsraîlê Avigdor Liberman: "Ji bo me ya girîng ew e ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê li dijî me neyên bikaranîn. Heke li dijî me bê bikaranîn em ê jî bikevin tevgerê." Herwiha di 9ê Nîsanê de li ser baregehên T-4 ên Îranê ku li herema Hûmûsê bi cih bûne Îsraîlê bi moşekan êrîş kir, piştre DYA, Fransa û Brîtanyayê di 13ê Nîsanê de operasyona êrîşên bi moşekan li ser Sûriyeyê li darxistin.

​Ji aliyê din ve Rojnameya Kommersantê ku agahiyên xwe spart çavkaniyek leşkerî eşkere kir ku Moskowa di demek nêz de dê ji Sûriyeyê re dest bi sewqîyeta S-300an bike.

Liberman haydarbûna xwe ya ji van agahiyan bilêv kir û got: "Di rasteqînê de bingeha van agahiyan tuneye, tiştek hebe divê zelal be, di êrîşek ser balafirên me de em ê wan tune bikin."

Bi heman mijarî:

Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
Îranê Îsraîl hişyar kir: Êrîşa ser baregeha li Sûriyeyê wê bê bersiv nemîne
Îsraîl: Xazeyê bihêlin Sûriyê bombebaran bikin
Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
Etîketan:
baregeh, leşkerî, gefxwarin, Sûriye, Avigdor Liberman, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de