20:52 20 Gulan 2018
    Îran - Alaya Îranê

    Îran: Bersiva Îsraîlê misoger e, tenê dem û cî di destê me de ye

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Sekreterê Encûmena Bilind ya Parastina Asayişa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand ku bersiva Îsraîlê misoger e, lê cih û dem di destê Îranê de ye.

    Şemxanî îro sêşem êrîşa Îsraîlê li ser baregeha leşkerî ya Teyfûrê ya li Sûriyeyê kir ku çend leşkerên îranî tê de hatibûn kuştin bi bîr anî û ragihand ku "bersiva(me ji) Îsraîlê re misoger e lê cî û dema vê bersivê dê di destê Îranê de be."

    Li gorî televizyona fermî ya Îranê, Şemxanî berî ku biçe Soçiya Rûsyayê got, "Îran dem û ciyê wê diyar dike."

    Di berdewamiya axiftinê de Şemxanî got, "derketina ji peymana sînordarkirina çekên nûklerî mafê hemû namzetên wê ye, eger bi xeterê hîs bikin".

    Du balafirên şerî yê F-15ê yên Artêşa Îsraîlê 9ê Nîsanê êrîşî baregeha Teyfûrê kiribû û sê moşek gihiştibûn armancên xwe û bergirî li 5ên din jî hatibû kirin û hatibûn ruxandin.

     

    Bi heman mijarî:

    WSJ: DYA, piştî vekşîna ji Sûriyeyê, avakirina hêzek leşkerî ya ji Ereban plan dike
    Lavrov: Me ti wext negotiye ku ew kesê dikare yekîtiya Sûriyeyê pêk bîne Esad e
    Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
    Li pêş Parlamentoya Brîtanyayê êrîşa li hemberî Sûriyeyê hat protestokirin
    Etîketan:
    Elî Şemxanî, Sûriye, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de