01:33 23 Hezîran 2018
Salih el Samed

Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir

© REUTERS / Halid Abdullah
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku serkirdeyê siyasî yê Hûsiyan û Serokê Konseya Pilebilind a Siyasî Salih el Semed di êrişa esmanî ya Erebistana Siûdî li Yemenê jiyana xwe ji dest da.

Televizyona el Mesire ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku Serokê Konseya Pilebilind a Siyasî ku ji Tebaxa 2016an ve li Yemenê bi awayekî defakto destilat e Salih el Semed "pêncşema bihûrî li herêma Hudeyda yê di êrişa hevpar a neyar Amerîka-Siûdî de jiyana xwe ji dest da."

3 ROJAN ŞÎN HAT RAGIHANDIN

Li herêma ku Hûsî kontrol dikin 3 rojan şîn hat ragihandin û hat diyarkirin ku dê şûna Semedî, Mehdî el Meşhed bigire.

Semed ê ku ku hati kuştin koalîsyonê ji bo serê wî 20 milyon dolar xelat danîbû û ew di nava "40 terorîstan" de di rêza duyemîn de bû.

‘DÊ BERSIV WERE DAYÎN'

Piştî kuştina Semedî Konseya Pilebilind a Siyasî daxuyaniyek da. Konseyê di wê daxuyaniyê de got, "dê bi awayekî tund û karîger bersiva vê suîqesdê were dayîn."

Bi heman mijarî:

Hûsiyan bi moşekan êrişî dam û dezgeha siûdî ya petrolê kir
Hûsiyan 3 moşek avêtin Erebistana Siûdî
Hûsiyan moşek avêtin Riyadê
Hûsiyan bi moşeka balîstîk êrîşî qesra Qraliyeta Erebistana Siûdî kir
Hûsiyan serokê ku bi Riyadê re li hev kir kuştin, Erebistan jî Yemenê bombebaran dike
Etîketan:
Konseya Pilebilind a Siyasî, el Mesîre, Hûsiyan, Mehdî el Meşhed, Salih el Samed, Rojhilata Navîn, Erebistan Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de