07:55 25 Gulan 2018
    Hêzên Siûdî li Yemenê

    Erebistana Siûdî moşekeke balîstîkî li hewa ruxand

    © REUTERS / Faisal Al Nasser
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Parastina Hewayî yên Erebistana Siûdî îro yekşemê bergirî li moşekek balîstîkî kir ku koma Ensarullahê avêtibû ber bi bajarê Necranê ve.

    Rojnameya Sebeqê ya Erebistana Siûdî ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî bergirî li moşekeke balîstîkî kiriye û ew li ser bajarê Necranê ruxandiye berî ku bikeve.

    Herwiha rojnameya Okazê jî ragihand ku moşekeke din jî herêmeke çolê hatiye xistin.

    Erebistana Siûdî ji 26ê Azada 2015an ve pêşengiya hevpeymaniyeke leşkerî dike ku piştgiriya hikûmeta Yemenê dike da ku şerê Ensarullahê bike ku ew çend parêzgehên Yemenê kontrol dikin, paytextê wî welatî Senaa jî di nav wan de ye.

    Çekdarên Ensarullahê bi moşekên balîstîkî êrîşî sengerên qiraliyeta Erebistana Siûdî dikin û dibêjin ku ev bersiva êrîşên hewayî yên Erebistana Siûdî ne.

    Di encama şerî de bêtirî 10 hezar sivîlên yemenî hatine kuştin û bi sed hezaran jî birÎndar bûne. NYyê jî diyar dike ku pêwîstiya bêtirî 22 milyon yemeniyan bi alîkariya lezgîn heye.

    Bi heman mijarî:

    Herîrî piştî kirîza îstîfakirinê cara ewil li Erebistana Siûdî ye
    Li Erebistana Siûdî peykereka hêştirê ya 2 hezar salî hat dîtin
    Erebistana Siûdî û Misirê ji bo Sînayê peymana 10 mîlyar dolarî îmze kirin
    Wlîehdê Erebistana Siûdî Îran, Tirkiye û Qeterê wek "sêgoşeya şerê" bi nav dike
    Vê carê jî Air India eşkere kir: Erebistana Siûdî bo Îsraîlê destûr da
    Netenyahû îsrar dike: Erebistana Siûdî qada xwe vekiriye
    ‘Îsraîl û Erebistana Siûdî hevdîtinên nepên pêk anîn'
    Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin
    Erebistana Siûdî moşekeke balîstîk îmha kir
    Etîketan:
    moşekên balîstîk, moşek, Ensarullah, Rêxistina Ensarullah, NY, Erebistana siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de