22:40 22 Gulan 2018
    Suudi Kralı Selman

    Li Erebistana Siûdî di Qesra Qraliyetê de şer

    © AFP 2018 / Fayez Nureldine
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî hin kesên çekdar bi ser Qesra Qraliyetê ve girtin û di navbera wa û muhafizan de şerê bi çekan derket.

    Li gorî agahiyên ku ji aliyê rojnameya Jerusalem Postê ve hatin parvekirin, hin kesên bi çekên giran li devdorê Qesra Qraliyetê kertine tevgerên êrişê. Hat gotin ku Qral Selman bin Ebdulezîz ji qesrê derxistinê û ji bo ewlehiyê birinê baregehekê leşkerî. Tê texmînkirin ku bûyer derbeyekê leşkerî be.

    Çapemeniya Amerîkayê jî îdia kir ku grûbeke leşkerên di bin fermandariya fermandarê hêzên bejayî yê Erebistana Siûdî Alukas Nepils de xwestin li hember Qral Selman derbeya leşkerî bikin.
    Rayedarên Siûdî jî ragihandin ku buyer ne hewla derbeyê bû, tenê navgîneke bêmirov zêde nêzê Qesrê bû û hêzên ewlehiyê jî navgînê bi çekan daxistin erdê.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Erbistana Siûdî û Îsraîl dixwazin li herêmê qeyranekê derxînin
    Li Erebistana Siûdî hêzên ewlehî rastî êrişa çekdarî hatin
    Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
    Erebistana Siûdî navê Qeterê jî 'guherand'
    Erebistana Siûdî: Ka em ê binêrin Sûriyeyê dê dersÊ bigire an na
    Etîketan:
    êrîş, şer, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de