22:43 22 Gulan 2018
    Hilbijartin

    Kurdên Feylî jî wê bikevin parlementoyê

    © Sputnik / Rafael Daminov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kurdên Feylî ku li Iraqê ji milyonekê zêdetir nifûsa wan heye, piştî demeke dirêj wê beşdarê hilbijartinên parlementoya Iraqê bibin û wê bi kursiyekê di parlementoyê cih bigirin.

    Kurdên Feylî, kurdên Şiî yên Iraqê. Di dîroka miletên Iraqê de miletê herî zehmetkêş. Îro bi pirayê li deverên Bexda, Xeneqîn,Besra û Diyalayê dijîn. Di sala 1980an de bi mebesta ku ji Îranê ne 300 hezar kurdên Feylî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve surgûnê Îranê bûm. Îro hê jî bi hezaran kurdên Feylî bê nasname ne.

    Piştî hilweşîna Hikûmeta Beesê kurdên Feylî wê yekem car beşdarê hilbijartinên parlementoyê bibin. Di çarçoveya sîstema kotayê de wê jî bi kursiyekê di parlementoya Iraqê de cih bigirin. Bi vê awayê tê hêvîkirin ku pirsgirêkên kurdên Feylî bên çareserkirin. Bi taybetî jî pirsgirêkên wan yên nasnamê.

    Tê texmînkirin ku îro bi tevahiya Iraq û Îranê nezê 3 milyon kurdên Feylî hene û ji van nêzî 200 hezarî bê nasname ne.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên şebek: Ji ber em kurdên şîî bûn, DAIŞê agir bi malên me dixist
    Kurdên Şebek ji NY û Herêma Kurdistanê alîkariyê dixwazin
    Kurdên şebek: Gundên me di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûne du beş
    Kurdên şebek vedigerin warên xwe
    Etîketan:
    hilbijartin, kurdên feylî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de