17:42 23 Gulan 2018
    Leşker

    Çekdaran li sînor bi moşekan êriş kir: 5 leşker hatin kuştin

    © AFP 2018 / STRINGER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li sînorê Yemen û Erebistana Siûdî çekdarên husî bi moşekên balîstîk êrişî artêşa Siûdî kir û di encamê de 5 leşkerên artêşê hatinê kuştin.

    Li gor zanyariyên berdest, çekdarên husî bi moşekên balîstîk êrişî bajarê Necranê yê ku dikeve sînorê Yemen û Erebistana Siûdî kirin. Di encama êrişa moşeka balîstîk de 5 leşkerên artêşa Erebistana Siûdî hatin kuştin.

    Ji Erebistana Siûdî bo êrişa moşekî û kuştina leşkeran heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

    Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ji sala 2015an ve li Yemenê li hemberî çekdarên husî êrişên hewayî pêk tîne.

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
    Erebistana Siûdî navê Qeterê jî 'guherand'
    Erebistana Siûdî: Ka em ê binêrin Sûriyeyê dê dersÊ bigire an na
    Ji Erebistana Siûdî pişgiriya operasyona li ser Sûriyê
    Îspanya 5 keştiyên şer firotin Erebistana Siûdî
    Etîketan:
    Artêşa Erebistana Siûdî, Çekdarên husî, Erebistana Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de