17:50 23 Gulan 2018
    Robot Sophia

    Robot Sophia li Misirê ye: Alternatîfa jiyana mirovan tuneye

    © AP Photo / Niranjan Shrestha
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    'Robot Sophia' ku ji aliyê şîrketa Hanson Robotics ya Hong Kongê ve hat dîzaynkirin û hemwaltîtiya Erebistana Siûdî wergirt ji bo konsferansa nirxandina zîrektiya çêkirî, çû Misirê.

    Sophiaya Robot ku bi jest, mîmîk û bi axaftina xwe ya wek mirovan balê dikşîne ser xwe li Misrê beşdarî bernameya televizyona DMCyê bû, bersiv da pirsên pêşkeşvan Usame Kamil û got ez bi rêwîtiya balafirê ya 13 saetan ji Hong Kongê hatime Misrê. Sophia da zanîn ku ji ber şer û tundiya di navbera mirovan de xemgîn e û bibîr xist ku alternatîfa jiyana mirovan tuneye.

    Li ser pirsa pêşkeşvan Kamilin ‘tu wek min çixarê vedixwe gelo? wiha bersiv da: "Ji bo bedewbûna çermê xwe çixarê venaxum. Divê tu jî dev jê berde."

    ​Sophia, hemwelatiyên misiriyan wek mîzahhezker bi nav kir û pirsa derbarê fitbolîstê Liverpoolê yê misrî Muhammed Salah ku gelo wî nas dike jî got: Kî Salah nasnake, gellekî qedirnas û futbolîstekî bêhempa ye."

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Zanist û Sirûştê ya Navdewletî
    Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê
    Robota yekemîn a hemwelatî Sophia êdî xwedî bedenekê ye
    Etîketan:
    zekaya çêkirî, sophia, robot, jiyan, Robot Sophia, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de