01:33 26 Gulan 2018
Wesayîta OPCWê ya NYyê li Şamê

Dûhî li Sûriyê rayedarên NYyê di nava şer de man

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji ewlehiyê berpirsyar li bajarê Sûriyê Dumayê di nav şer û pevçûnan de man.

Televizyona Sky Newsê derbarê mijarê de tweetek nivîsî. Televizyonê di wê tweetê de ragihand ku, "Serokê Rêxistina Qedexekirinê Çekên Kîmyewî (OPCW) Ahmet Uzumcu diyar kiriye ku koma Neteweyên Yekûyî ya ji ewlehiyê berpirsyar li bajarê Dûmayê yê Sûriyê di nava şer û pevçûnan de maye."

Demek berê Reutesê xwe spartibû çavkaniyê xwe yên nepen û gotibû ku Uzumcu daye zanîn ku tîma ewlekariyê ji ber fişara ewlehitê bi paş de vekişiya ye û lewra pisporên OPCWê ji herêmê vekişiyane.

Ji aliyê din ve rayedarekî NYyê jî AFPê re axivî û da zanîn ku diwê bûyerê de tu rayedarên NYyê birîndar nebûne û piştî bûyerê ew vegeriyane Şamê. Pisporên NYyê duhî serdan Şamê kiribûn.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Ceferî eşkere kiribû ku şanda OPCWê dê îro serdana Dumaya ku tê îdiakirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, bike.

Bi heman mijarî:

Neteweyên Yekbûyî (NY): Yek ji sedemên aloziyan pirsgireka kurd e
Generalê ku gotin miriye bi nûnerê NY re axivî
NY: Eger li Idlibê şer bidome ihtimal e 2 milyon koçber ber bi Tirkiyê werin
NY: Şerê Sar dîsa destpê kir
Nûnerê NY yê Sûriyeyê: Tirkiye ji terorîstan re piştgiriya çekên kîmyewî dike
Etîketan:
Şer û pevçûn, Rayedarên Neteweyên Yekbûyî, Reuters, UN, AFP, OPCW, Ahmet Uzumcu, Sûriye, Şam, Dûma
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de