07:58 25 Gulan 2018
    Quds

    Netanyahu: Di nava çend rojên pêş de Amerîka balyozxaneya xwe li Qudsê vedike

    © AFP 2018 / AHMAD GHARABLI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku di nava çend rojên pêş de Amerîka balyozxaneya xwe li Qudsê vedike.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Qudsê di axaftina xwe ya merasîmeke Wezareta Derve de got: "Amerîka hetanî demeke kin wê balyozxaneya xwe li Qudsê veke, ji xeyrî vê dê gelek welat jî balyozxaneyên xwe veguhezînin Qudsê."

    Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Têkiliyên me yên navneteweyî ji aliyê Wezareta Derve ve tê sazkirin, spasiya wan dikim. Digel vê ji bo ewlehî û parastina dîplomatên îsraîlî yên li derveyê welat tim dixebitin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trup di 6ê Berfenbara 2017an de dîrektîfa ku Balyozxaneya Amerîkayê li Telavîvê veguhezînin Qudsê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Di her rewşê de Quds paytext e
    Benyamin Netanyahu li ser Qudsê daxuyanî da
    Îsraîl li Qudsê bi navê Trump rawestgeha trênê çêdike
    Îranê biryara li Stenbolê ya Qudsê red kir: Filistînek û Qudsek tenê heye
    Piştî Amerîkayê welatekî din jî balyozxaneya xwe vediguhestîne Qudsê
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, Quds, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de