09:57 20 Nîsan 2018
    Alayên Îsraîl û Îranê

    'Îran amadekariyan dike êrîşî Îsraîlê bike'

    © Sputnik / Руслан Кривобок
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku Îran amadekariyê dike ku tola xwe ji Îsraîlê hilîne û bi balafirên bê pîlot êrîşî wan bike.

    Rojnameya îsraîlî ya Yediot Aharonotê li ser zarê çavkaniyeke ku navê wê eşkere nekiriye ragihand ku ihtimal heye, Îran bi rêya balafirên bê pîlot êrîşan li dijî Îsraîlê pêk bîne û teqez kir ku Îsraîl dê bi xurtî bersiva wê êrîşa ji nava axa Sûriyeyê tê kirin bide.

    Li gorî çavkaniyê, "Fermandarê Pasevanên Şoreşger ên Îranê Qasim Silêmanî helmeteke tolhildanê ya Îranê bi rê ve dibe ku ihtimal heye di demeke nêzîk de bi rêya balafirên bê pîlot û moşekan pêk bîne."

    Wê çavkaniyê, Îsraîlê di êrîşa Teyfûra bajarê Humsê de fermandarekî Îranê yê balafirên bêmirov kuştiye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li girtîgehên Îsraîlê 213 filistînî jiyana xwe ji dest dan
    Amerîka meha gulanê balyozxaneya Îsraîlê ya Qûdsê vedike
    Îsraîlê piştî 11 salan got: Me 'reaktora nukleerê' ya li Sûriyeyê xist
    Etîketan:
    Qasim Silêmanî, Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de