21:48 25 Gulan 2018
Pergalên Parastinê yên Bastion, ji bo hilweşandinê li hedefên Sûriyê yekem car hatin ceribandin.

Ji ber êrişa elektronîk a DYA û Îsraîlê ya li Sûriyê pergalên parastinê ketin nava tevgerê

© Foto : Ministry of defence of the Russian Federation
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî êrişa Amerîka (DYA)-Brîtanya-Fransayê şeva duşemê ji ber ku bi xeletî sîrenên pergalên parastinê xebitîn moşekên ku li hewayê bergiriyê dikin ketin nava tevgerê Sûriyeyî ketin nava şayişê lê paşê derket holê ku ev ji ber êrişa elektronîk a Amerîka û Îdraîlê ye û alarmeke xelet e

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku bi ji ber alarma xelet pergalên parastinê bi şaşî ketine nava tevgerê.

Fermandarekî hêzên hevalbend ê ku piştgiriya Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad dike ji Reutersê re axivî û da zanîn ku arizaya teknîki ji ber erîşa elektronî a Amerîka û Îsraîlê pêk hatiye.

LIBNAN: NE ÎSRAÎL E

Ji Balafirxaneya Navdewletî ya Refîq Herîrî ya li Libnanê ji Spûtnîkê re axivî û got ne Îsraîlê ev êriş pêk aniye lewra "li gorî dema herêmî di navbera demjimêr 21.00-01.30ê de di qada hewayî ya Libnanê tu balafirên şerî yê Îsraîlê tune bûn."

AMERÎKA Û BRÎTANYAYÊ BERPIRSYARIYA BÛYERÊ NEGIRTINE SER XWE

Wezareta Brevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) û Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê diyar kirin ku wê demê li herêmê tu çalakiyên leşkerî pêk ne anîne.

Bi heman mijarî:

Trump: Hemû moşekên ku me li Sûriyê bikaranîn gihiştine armancên xwe
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Amerîka li Sûriyê li hedefên ne girîng xist
Brîtanya: Operasyona Sûriyê nayê wê wateya ku em ê bêhtir mudaxilê Sûriyê bibin
Pûtîn û Rûhanî piştê êrîşa Amerîkayê rewşa Sûriyê axivîn
Amerîka: Em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişînin
Etîketan:
êrişa elektronîk, Pergalên parastinê, SANA, Pentagon, Refîq Herîrî, Brîtanya, Israil, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de