04:17 20 Nîsan 2018
    Şam - Sûriye

    Rayedarên Amerîka û Misrê li ser Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Sullivan bi rêya telefonê li Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samîh Şukrî geriya û li ser operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê axivîn.

    Li gorî daxuyaniya niviskî ya Wezareta Karên Derve ya Misrê Şukrî û Sullivan geşedanên vê dawiyê yên li Sûriyeyê nirxandin û rêkeftin ku aliyên şer beşdarî mizakereyan bibin.

    Şukrî di hevdîtinê de destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Sûriyeyê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de û di çarçoveya biryarên navdewletî de were çareserkirin, dive hîn zêde hewl werin dayîn.
    Şukrî diyar kir ku ew li dijî bikaranîna çeka kîmyewî ye li Sûriyeyê û bang kir ku di vê mijarê de bila lêpirsîneke şefaf û navdewletî were kirin.

    Di daxuyaniyê de gotinên Sullivan cih negirtin.

    Bi heman mijarî:

    Pergala hewayî ya Sûriyeyê çend moşekên li ser Humûsê bêbandor kirin
    May: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê di berjewendiya me ya neteweyî de bû
    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir
    Etîketan:
    hevdîtin, Sûriye, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de