19:25 20 Nîsan 2018
    Qeter

    Erebistana Siûdî navê Qeterê jî 'guherand'

    © AFP 2018 /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Dîwana Qiraliyetê ya Erebistana Siûdî Siûd Qehtanî navekî nû li dewleta Qeterê kir û jê re got," Cezîret Selwa" (Girava Selwayê).

    Qehtanî wêneyên serokên şandeyên dewletên ereban bo lûtkeya Zehranê ya li Erebistana Siûdî li ser hesabê xwe yê Twitterê şirove kirin û nûnerê Qeterê wek "nûnerê beşê rojhilatî yê girava Selwayê bi nav kir û li ser nûnerê wê wiha got: "bêkes bi tenê li cihê herî rastê yê wêneyî rûniştiye."

    NÛNERÊN EREBAN ÇI ANÎ SERÊ NÛNERÊ QETERÊ

    ​Herwiha Qehtanî çend wêneyên din jî parve kirin ku diyar kir ku nûnerê Qeterê bi tenê ye û ti kes pê re rûnanê ku di wêneyan de jî wiha xuya bû.

    ​Hêjayî gotinê ye ku di wêne nûnerê Qeter bi tenê dixuyê û wek ku ti kes ne pê re diaxive ne jî guh lê dike.

    Komkara Erebî roja yekşemê lûtkeyek bi rê ve biribû ku serok û qiral di nav wan de, 16 nûnerên dewletên erebî tê de beşdar bûbûn û 6 nûner jî ji ber sedemên cuda beşdar nebûbûn.

    Yek ji serokên ku beşdar nebûbûn, mîrê Qeter Şêx Temîm bin Hemed Al Tanî bû ku ev cara yekem e, tev li lûtkeyeke ereban nabe.

    Hatibû ragihandin ku Erebistana Siûdî plan dike, Qetera ji meha hezîranê ve xistiye bin dorpêç û mueyîdeyan, bi projeyekê ji bejahiyê qut bike û bike giravek.

    Bi heman mijarî:

    Li Erebistana Siûdî kevirên beriya milyonek û 700 salî hatin keşifkirin
    Dijberiya Îsraîlê: Divê di rêveberiya El Eqsa û Qûdsê de Erebistana Siûdî rol bilîze
    Erebistana Siûdî qada xwe ya hewayî ji bo firînên Îsraîlê vekir
    Erebistana Siûdî nûçeya derbarê Îsraîlê de derewand
    Li Erebistana Siûdî peykereka hêştirê ya 2 hezar salî hat dîtin
    Herîrî piştî kirîza îstîfakirinê cara ewil li Erebistana Siûdî ye
    Wlîehdê Erebistana Siûdî Îran, Tirkiye û Qeterê wek "sêgoşeya şerê" bi nav dike
    Etîketan:
    Siûd Qehtanî, Qeter, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de