01:10 24 Gulan 2018
    Yemen

    Di navbera milîs û artêşê de şer: 34 leşker hatin kuştin

    © AP Photo / SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîsên husî di êrişên li hemberî artêşa Erebistana Siûdî yên herêmên Taîz, Cof û el-Beyzayê de 34 leşker hatin kuştin.

    Li gor nûçeya malpera înternetê ya el-Mesireya Yemenê, nîşangirên husî di nava sê rojên dawî de li herêmên Taîz, Cof û el-Beyzayê zirareke mezin dane artêşa Erebistana Siûdî û di êrişan de herî kêm 34 leşker hatin kuştin.

    Di vê navberê de yekîneyên topvan ê husiyan çeperên Erebistana Siûdî yên li Necranê dane ber top hawanan. Koalîsyona Erebî ku Siûdî pêşengiya wê dike li herêma Abteh a eyaleta Hicceyê ku dikeve bakurê Yemenê wesayîteke sivîl hedef girtin û di encama êrişê de du sivîlan canê xwe ji dest da.

    Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ji sala 2015an ve li Yemenê li hemberî milîsên husî operayonan li dar dixe.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    Rûsya: Rewşa di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de cihê fikarê ye
    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
    YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Etîketan:
    Artêşa Erebistana Siûdî, Milîsên husî, Taîz, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de