07:06 18 Hezîran 2018
Afganistan

Li Derzabê pevçûnên dijwar: 20 milîtan hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn

© AP Photo / Rahmat Gul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Derzab a Cuzcana Afganistanê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke mezin ku balafirên şer jî tevlî bibûn hat destpêkirin.

Cîgirê Waliyê Cuzcamê Ebdurrahman Mehmûdî di axaftina xwe de ragihand ku çeperên rêxistina terorîst ê DAIŞê li navçeya Derzabê bi balafirên şer hatin bombebarankirin û paşî operasyona bejayî hat destpêkirin.

Ebdurrahmen Mehmûdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di operasyonê de 20 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û 16 milîtan jî birîndar bûn. Piştî operasyonê gelek noqteyên ku di destê rêxistinê de bûn paşve hatin standin."

Li gor daxuyaniya Mehmûdî di operasyonên hewayî û bejayî de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 sivÎl jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Etîketan:
Cîgirê Waliyê Cuzcamê, Ebdurrahman Mehmûdî, Derzab, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de