21:17 24 Nîsan 2018
    Benyamin Netanyahu

    Netanyahu: Di mesela Sûriyê de em bi Trump re ne

    © REUTERS / Ronen Zvulun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu piştgiriyê da operasyona ku Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li ser Sûriyê kir.

    Netanyahu daxuyaniyekê nivîskî parve kir û got: Em piştgiriya biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya li hember bikaranîna çekên kîmyevî ne.

    Netanyahu di dewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku "biryara ku Amerîkayê hilda û Brîtan û Fransa jî piştgirî danê, dide nîşan ku Amerîka li hember çekên kîmyevî bi biryar e." Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu got ku: Esad di bikaranîna çekên komkuj de bêkontrol e, ji hiqûqa navneteweyî re tu rêzê nagre û destûrê dide Îranê ku li Sûriyê baregehên leşkerî çêbike, ev hemû Sûriyê dixin nava xeterekê mezin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bi Netanyahu re axivî: Ji çalakiyên ku serweriya Sûriyê binpê bikin, dûr bisekinin
    Netanyahu bertek nîşanî daxuyaniyên Rûhanî da
    Netanyahu dîsa bersiv da: Yên ku li Efrînê sivîlan dikujin nikarin dersa exlaqê bidin me
    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
    Etîketan:
    Sûriye Tirkiye Amerîka, Donald Trump- Benyamin Netanyahu, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de