01:17 24 Gulan 2018
    Sînorê Sûriye-Tirkiye, Hatay

    'Tirkiye êdî nikare him bi Rûsyayê re him jî bi Amerîkayê re bilîze'

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Şîrokarê siyasî Sedîq Hesen ji bo helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê û bi taybetî piştî êrîşên leşkerî yên Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî rêveberiya Şamê diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê tirsnak e.

    Şîrokarê siyasî Sedîq Hesen helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê ji bo Sputnîk Kurdistanê nirxand û ragihand ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê helwesteke tirsanak e. Hesen ev tişt gotin, "Tirkiye dixwaze li dijî kurdan ji Rûsyayê îstifade bike û ji aliyê din ve dixwaze alîkariya Amerîka bike ji bo ku rejîma Esad ji nav bibe. Ji ber ku mayîna rejîma Esad ji bo Erdogan û Îxwanî Muslimîn şikestineke mezin û dîrokî ye û bandorê tenê ne li ser rewşa Sûriyeyê, belkî bandora wê li ser hemû rewşa Rojhilata Navîn bike. Bi taybetî Îxwanî Muslimînan û wê dawiyê li tevgera Îxwanê bîne. Tirkiye heta niha li ser dû bendan dilîze, bendek li dijî kurdan ligel Rûsyayê ye û bendek li dijî rejîma Beşar Esad ligel Amerîkayê ye lê pirsyar ew e Tirkiye heta kengî dikare vê leystokê bilîze."

    ‘LI EFRÎNÊ ŞIKESTINA KURDAN ŞIKESTINA RÛSYAYÊ BÛ'

    Hesen parast ku bi nêrîna wî piştî dagirkirina Efrînê û êrişên şeva din yên Amerîkayê û hevpeymanên wê ew leystok bi dawî hat û wisa berdewam kir: "Rûsya li hemberî Efrînê şaşitiyeke gelekî mezin kir. Ji ber ku rê bi Erdogan da biçe ser Efrînê û Amerîka yekser daxuyanî da û got Efrîn ne cihê me ye. Yanî şikestina Rûsyayê li wir derket, ji ber ku Efrîn meydana Rûsyayê bû û kurdan di meydana Rûsyayê şikestin xwar, yanî Rûsyayê şikestin xwar."

    Hesen derbirî ku dihat bawerkirin ku Erdogan wê bajo ser hemû deverên kurdan li Sûriyeyê lê Amerîkayê got, rawest e û nabe wî karî bike û Erdogan şûnde vegeriya.

    'ZIMANÊ WELATÊN ROJAVA WÊ LI DIJÎ ÎRANÊ HÎN XURT Û TUND BIBE'

    Sedîq Hesen di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Tirkiye, Îran û Rûsya jî wê neçar bibin ku şûnde vegerin. Ji ber ku ez şaşitiyê di siyaseta wan de dibînim. Rûsya ligel Îranê hevkariyê dike, ku dijminê herî sereke yê Îsraîlê ye û peywendiyên Rûsya û Îsraîlê jî xweş û xurt in. Lê dema Rûsya û Îran li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyeyê bibin hevpeymanên stratejîk, Îsraîl wê yekê qebûl nake. Ji ber ku ji bo îsraîl ew kar man û nemanê ye. Ji aliyê din ve ligel Erdogan bibe hevkar, ku ew jî nûnertiya cîhana Îslamî ya sune, bi taybetî ya Îxwanî Muslimîn dike û ev jî bo şîeyan û kurdan metirsî ye. Rûsya hevkariyê ligel 2 serkirdeyên ku ji aliyê cîhana rojava ve nayên qebûlkirin, Erdogan û Xameneyî dike. Ez bawer dikim ji niha pêda zimanê rojava li dijî lranê wê hîn xurt û tund bibe."

    'AMERÎKA KENGÎ JI TIRKIYEYÊ RE BIBÊJE RAWEST E, RADIWESTE'

    Sedîq Hesen ragihand ku daxuyaniya Koşka Spî heye û dibêje Tirkiye ne neçar e ku rola lihevnêzkirina Rûsya û Amerîkayê bilîze û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: "Lê ev yek nayê wê wateyê ku Tirkiye dikare li hemberî Amerîkayê Baregeha Încirlîkê bigire û pêşwazîkirina lêxistina rejîma Sûriyeyê ji aliyê Enqereyê ve nîşan dide ku Erdogan ji wê hevkariya xwe ya ligel Rûsyayê vedigere. Rûsya û Îran ji Tirkiyeyê qebûl nakin ku ji wan û Amerîkayê sûdê werbigire. Îstîxbaratên Rûsya û lranê baş dizanin ku dema Tirkiye ketiye Efrînê Amerîka û NATO li wê derê ye. Îran û Rûsya eger bixwazin Tirkiyeyê li hemberî Amerîkayê bikar bînin, ew nikarin. Ji ber ku her gava Amerîkayê jê re bibêje rawest e, ew radiweste û diçe eniya Amerîkayê û li dijî wan şer dike. Ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye û bi Îsraîlê re xwediyê rêkeftineke stratejîk e."

    'ÇERXKIRINA AMERÎKAYÊ LI EFRÎNÊ DESTPÊ KIR'

    Şîrovekarê siyasî Hesen li ser îdiayên derbarê bikaranîna çeka kîmyewî li navçeya Dûmayê jî got, ev îdia bûn bihaneyeke baş ji bo Amerîkayê û wisa axivî: "Çerxkirina Amerîkayê li Efrînê detspê kir. Amerîka êdî şûrê xwe kişand û ji dijminê xwe re got, li cihê xwe raweste, êdî ez niha li meydanê me. Le Amerîka nexwast bi eşkereyî derkeve û li pirsa Xûtaya Rojhilat û bikaranîna çeka kîmyewî bû bihaneke pir baş û kete destê Amerîkayê, ku bi awayekî eşkere mafekî navdewletî bi dest xist û got, mafê me ye ku em mirovên sivîl biparêzin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Êrişa li dijê Sûriyê êrişeke derqanûnî bû û nayê qebûlkirin
    Pentagon: Bi serkeftî me li hedefên Sûriyeyê dan
    Dîrektorê berê yê FBIyê: Trump derewîn e û dişibe mafyayê
    Erdogan: Em operasyona li dijî hikûmeta Sûriyeyê rast dibînin
    Etîketan:
    Nivîskar û şîrovekarê siyasî, Sedîq Hesen, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de