17:39 22 Nîsan 2018
    hilbijartin- Iraq

    Îro kampanyayên helbijartinên lraqê dest pê dike

    © Sputnik / Osman Başqali
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku îro kampanyayên hilbijartina Parlementoya Iraqê dest pê dikin û heta 5ê Gulanê wê bidomin.

    Ji aliyê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ve hat ragihandin ku ji îro (13/4/2018) pê de kampanyayên hilbijartina parlementoya Iraqê dest pê kiriye, ev kampanya heta 5ê meha Gulanê wê bidome.

    Kampanyayên hilbijartinê li Herêma Kurdistanê di heman demê de dest pê nake, lewra ev hefte, hefteya bîranîna komkujiya Enfalê ye. Ji ber ku di vê hefteyê de miletê kurd bi bîranîna komkujiyê xembar û bi êş e kampanya wê di 17ê mehê de dest pêke.

    Tê zanîn ku di sala 1988 de ji aliyê rejima Seddam ve bi navê ‘Enfal' li gelek herêman komkujî hatibû kirin û di encama vê komkujiya Enfalê de nizî 182 hezar kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Ebdulla: Tirkiyeyê heta niha ti bersivek nedaye Iraq û Kurdistanê
    Berwarî: Bila Iraq Xweseriya Demokratîk a Şingalê nas bike
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    'Dibe ku Iraq li Sûriyeyê dest bi operasyonê bike'
    Etîketan:
    Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de