15:40 22 Nîsan 2018
    Efrîn

    Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin

    © Sputnik / Khalil Ashawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Erebî ku li Riyada paytextê Siûdî kom bibûn bidestxistina Tirkiye ya Efrînê bi dagirkerî bi nav kir û Enqere şermezar kir.

    Li gor nûçeya Frans Pressê (FP), Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Erebî ji bo amadehiya zîrweya Yekîtiya Erebî ya 29ê Nîsanê ku li bajarê Zahrana Erebistana Siûdî were lidarxistin li Riyadê civînek pêk anîn. Wezîrên Derve yên welatên erebî bidestxistina Tirkiye ya Efrînê dagirkerî bi nav û şermezar kirin.

    Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku dagirkeriya Tirkiye ya Efrînê wê tu çareseriyekê ji pirsgirêka Sûriyeyê re çêneke.

    Yekîtiya Erebî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destwerdana Îranê ya nava Sûriyeyê şermezar û got: "Destdirêjiya Îranê ya nava Sûriyeyê nayê qebûlkirin."

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Erebî ji bo Filistînê bi Rewşa Awarte civînekê li dar dixe
    Qetar tevlî Zîrweya Yekîtiya Erebî ya li Siûdî dibe
    Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
    Yekîtiya Erebî Hizbullah bi terorîsî bi nav kir
    Yekîtiya Erebî: Ev hewla Amerîkayê nayê qebûlkirin
    Yekîtiya Dewletên erebî daxwaz kirin ku Tirkiye leşkerên xwe ji Iraqê bikişîne
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Yekîtiya Erebî, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de