02:40 28 Gulan 2018
İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

Netanyahu bersiva Îranê da: Me test nekin

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî êrişa artêşa Îsraîlê ya balafirxaneya Tayfun a Sûriyeyê, berpirsekî îranî gotibû ‘ev êriş bê bersiv namîne' Netanyahu jî bersiva berpirsê îranî da û got: "Me test nekin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Qudsa Rojava di konferansa bîranîna yahudiyên ku di Şere Cihanê yê Duyemîn de jiyana xwe ji dest dabûn de Îranê tehdîd kir û got: "Ez siyaseta Îsraîlê bi 3 peyvan bêjim. Li hemberî êrişê bersiv, parastin û êrişa ji

bo texilandinê. Em ê êrişî hemû kesên ku dixwazin Îsraîlê tune bikin."
Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: Îran hem Îsraîlê û hem jî cihanê tehdîd dike. Peyameke min ji rêvebirê îranî re heye. Biryara Îsraîlê test nekin."

Herwiha Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî şevê din bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axaftineke telefonî pêk anî û daxwaz kir ku xwe ji çalekiyên têkbirina rewşa aramî ya Sûriyeyê dûr bigrin.

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Em nahêlin tu kes zirarê bide me
Netanyahu bertek nîşanî daxuyaniyên Rûhanî da
Netanyahu dîsa bersiv da: Yên ku li Efrînê sivîlan dikujin nikarin dersa exlaqê bidin me
Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
Etîketan:
Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, Îran, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de