01:04 26 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat, Şam

    Li Sûriyê li dijî otobêsa rojnamegerên rûsî êrişeke çekdarî pêk hat

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku otobêsa rojnamegerên rûsî ku li Xûtaya Rojhilat dîmen girtin, dema vegerê rastî êrişeke çekdarî hat.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand "îro 11ê Nîsanê li dora demjimêr 18.20 xulekan ji aliyê kes an jî kesên nenasî êrişeke çekdarî li dijî otobêsa rojnamegerên rûsî ku li Xûtaya Rojhilat nûçe amade kirin û ji wir vedigeriyan hat kirin."

    Di encamdana wê êrişê de peyamnêrê televizyona Rus NTVyê Aleksey Îvlev, kameramanê Rossia 1ê Mihail Vitkin û kameramanê Zvezdayê Vladislav Dodonov ji nigên xwe birîndar bûn.

    Wezareta rûsî, "Ji bo rojnamegeran ji aliyê Navenda Raçavkirina Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê destwerdanên bijîşkî hatine kirin û tu metirsiya jiyanî ya rojnamegeran tune ye."

    Tê diyarkirin ku rojanmegerên birîndar rakirine nexweşxaneyê.

    Bi heman mijarî:

    Kremlin: Rûsya ne beşekî dîplomasiyê Twitterê ye
    Rûsya: Destûrê bidin malbatên Skripalan an jî em ê wan wekî revandî qebûl bikin
    Dibe Rûsya fîlo û pergalên parastina hewayî li Sûriyeyê bi kar bîne
    Trump: Rûsya amade be, moşek tên
    Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê
    Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya
    Etîketan:
    êrîşa li dijî rojnamegeran, wezareta parastina rûsyayê, êrişa çekdarî, Xûtaya Rojhilat, Şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de