07:34 20 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad

    Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin

    © Sputnik / Hassan Ammar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Jerusalem Post ragihand ku rayedarên leşkerî yên îsraîlî daxuyandine, "Heke Îran ji ser axa Sûriyeyê êrîşî dewleta Îsraîlê bike wê bedêla wê Esad û rejim bide."

    Rojnameya Jerusalem Post ragihand rayedarên îsraîlî gef li Îranê û hikumeta Sûriyeyê xwarin e. Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku rayedarên Îsraîlê pêşniyaz li Îranê kirine ku êrîşî Îsraîlê nekin: "Heke Îran ji ser axa Sûriyeyê êrîşî Îsraîlê bike wê bedêla wê Esad û rejim bide, em ê herduyan ji ser ruyê erdê tune bikin."

    Li gor nûçeyên çapemeniya heremî, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ji wezîrên xwe daxwaz kiriye ku di mijara Sûriyeyê de bêdeng bimînin. Duşema borî Îsraîlê bi balafirên şer êrîşî ser baregeha T-4 ya li Hûmûsê kiribû û di encamê de 2 jê leşker 5 mîlîs bi tevahî 7 kes hatibûn kuştin. Piştî êrîşê Rûsya û Şamê daxuyandin ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye, lê Îsraîlê red kiribû. Rayedarekî Îranê bi gotinên ‘ev êrîş bê bersiv namîne' peyama êrîşa Îranê da.

    Bi heman mijarî:

    Îranê Îsraîl hişyar kir: Êrîşa ser baregeha li Sûriyeyê wê bê bersiv nemîne
    Îsraîl: Xazeyê bihêlin Sûriyê bombebaran bikin
    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Îsraîl: NHByeke me li başûrê Libnanê ket
    Etîketan:
    şer, baregeh, moşek, Êrîş, Rojnameya Jerusalem Post, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de