14:35 20 Gulan 2018
    Balafira 'Ilyushin-76'

    Li Cezayirê balafirek leşkerî ket: 257 kes mirin

    © Sputnik /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku balafirek leşkeri ya aîdî Cezayîrê li nêzî paytext Cezayirê dema ku diçû Bechar ya li Başûrê welêt, piştî firînê bi çend deqîqeyan ketiye. Di bûyerê de piraniya wan personelê artêşê 257 kes mirin.

    Rojnameya Şark'ul Asvat ragihand ku di bûyerê de 257 kes mirin. Çavkaniyên heremî bilêvkirin ku di balafirê de ji 200î zêdetir kes hebûn. Balafira 'Ilyushin-76' ku ji bo biçe Bechar ya li Başûrê welêt, piştî firînê bi çend deqîqeyan ketiye.

    ​Hat ragihandin ku piraniya kesên di balafirê de personelê artêşê ne. Çavkaniyek ji rayedarê artêşê ji el Arabiyayê re ragihand ku ti kes bi saxî ji bûyerê ne filîtîne.

    Bi heman mijarî:

    Balafir bi ser avahiyekê de ket: 7 mirî
    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
    ‘Di ser mala Messi re balafir nikarin derbas bibin'
    'Balafir bi 71 rêwiyên xwe ne li hewa, li erdê teqiya'
    Etîketan:
    Balafir, balafira leşkerî, ket, Rojnameya Şark'ul Asvat, Cezayîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de