07:06 18 Hezîran 2018
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyê (KENY)

Rûsyayê pêşnûmaya Sûriyê ya li KENYyê veto kir

© REUTERS / Mike Segar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pêşnûmaya derbarê Sûriyeyê de ya ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hatibû pêşkeşkirin, ji aliyê Rûsyayê ve hat vetokirin û nehatin qebûlkirin.

Di dengdana KENYyê ya 15 endamên wê hene de, Rûsyaya ku xwe mafê vetokirinê ye, pêşnûmaya Amerîkayê ya Sûriyeyê veto kir.

Herwiha Bolivya li dijî pêşnûmayê derket û welatê Çînê ku xwedî mafê vetokirinê ye jî bêlayanî tercîh kir.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya beriya dengdanê li ser mekanîzmeya lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê ragihand ku ew mekanîzme nabe serbixwe û wek ‘anarşî û manîpulasyon' nirxand.

Nûnera Amerîkayê ya li NYyê Nikki Haley jî diyar kir ku pêşnûmaya li hemberî Rûsyayê mafê diyarkirina rayedarên lêkolînê bikin dide Rûsyayê.

Li KENYyê ji bo pejirandina pêşnûmayekê divê ji 15 endaman dengê piştgir ên 9 endaman hebin û divê ti welatekî xwedî mafê vetoyê yên Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Fransayê veto neyê kirin.

Bi heman mijarî:

Brûsk li cerdevanan ket: Cerdevanek mir, 7 jî birîndar bûn
‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
Rûsya: Salisburyê di mijara bijehrîkirina Skripalî de bikaranîna kîmyesalê piştrast nekir
‘Cîhana erebî bi xetayeke stratejîk qedera Sûriyê ji welatên din re berda’
Li Colemêrge leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Trumpî Bossert dest ji kar berda
Etîketan:
KENY, Pêşnûmaya Sûriyeyê, Rûsya, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de