10:22 24 Hezîran 2018
Moşekên Kruz - Kruzî

‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'

© AP Photo/ John McCutcheon
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê rûsî Murahovskiy diyar kir ku, dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe. Murahovskiy da zanîn ku Washington teqez kir ku Amerîka rîskê nastîne û li herêmên ku şêwirmendên leşkerî yên rûsî lêne, lê naxe.

Gerînendeyê Giştî yê kovara rûsî 'Arsenal Oteçestva' Viktor Murahovskiy got, "Amerîka ji deryayê bi moşekên Tomahwk krûzî û ji hewayê jî bi moşekên JASSM-ER dibe ku li baregehên leşkerî yên Sûriyeyê bixe. Ev moşek dikarin ji grubên amerîkî yên li Rojhilata Navîn werin avêtin."

‘MOŞEKÊN AMERÎKÎ DIKARIN HEMA BÊ DIKARIN LI TEVAHIYA SÛRIYÊ BIDIN'

Li gorî Murahovskiy menzîla moşekên amerîkî yên li keştiyên Rojhilatê Behra Spî hema bê dikarin li hedefên tevahiya Sûriyê bidin, lewra bi tenê dimîne bê diyarkirin bê wê li kîjan hedefan were xistin.

‘DIKARIN BI MOŞEKAN LI DEVERÊN DIYARKIRÎ BIXIN'

Bi raya Murahovskiydê bi moşekên krûzî yên berriyê yan behrevaniyê werin bikaranîn û hedefên tesbîtkîrî bêne rûcxandin, "bê li avahiyên birêveberiyê were xistin an baregehên leşkerî lê ez piştrast im ku dê baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê neyê xistin. Bi îhtimaleke mezin dê balafirên şerî neyên bikaranîn."

 

 

Bi heman mijarî:

Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Minbicê: Amerîka baregeheke nû ava kir
‘Amerîka ji bo mudaxeleya Sûriyeyê li pey behaneyan e'
Rojnameya rûsî: Hindik maye Amerîka û Rûsya li Sûriyeyê şer bikin
‘Îsraîlê beriya êrişa li dijî baregeha hewayî Amerîka haydar kir'
Amerîka: Derbarê Sûriyeyê de dê ti bijarte ji ser maseyê neyê rakirin
Amerîka: Divê Esad were darizandin
Etîketan:
Moşekên amerîkî, Moşekên Kruz, Viktor Murahovskiy, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de