17:13 25 Nîsan 2018
    BAE Dışişleri Bakanı Enver Muhammed Gargaş

    ‘Cîhana erebî bi xetayeke stratejîk qedera Sûriyê ji welatên din re berda’

    © AFP 2018 / Fayez Nureldine
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî (MYE) Enwer Muhammed Gardaş got ku cîhana erebî xetayeke stratejîk kiriye ku qedera Sûriyeyê ji welatên ne ereb in re berdaye.

    Gardaş li Konferansa Weqfa Ramyarî ya Erebî axivî û lûtkeya Enqereyê ya ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve li ser rewşa Sûriyeyê hatiye lidarxistin rexne kir.

    Gardaş bal kişand ser wê civîna sêalî û got, "Nûnertiya Sûriyeyiyan û welatên Erebî li wê lûtkeyê nehat kirin. Welatên Erebî di krîza Sûriyeyê de xetayên stratejîk kirin. Diviyabû Yekîtiya Erebî giraniya xwe ya siyasî danîba ser."

    'SIÛDÎ Û MISIRÊ ROLA XWE NELÎSTIN'

    Wezîrê MYEyê destnîşan kir ku pêwîste cîhana erebî li ser bingeha netewî bimîne û wiha axivî: "Welatên mezin ên wek Erebistana Siûdî û Misirê divê bi piştgiriya welatên din ên erebî rola sereke bilîzin. Lê heta niha ev tişt nehatiye kirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrge leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
    Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Trumpî Bossert dest ji kar berda
    ‘Trump ger cara dudiya êrişê Sûriyê bike divê êrişeke mezin be’
    Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê
    Amerîkayê koma xwe ya êrîşkirina dişîne Deryaya Spî
    Hîndekarê tirk: Rûsya bi daxuyaniya Efrînê xwest peyamekê bide Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî (MYE), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de