03:16 23 Nîsan 2018
    çol

    Li çolek Erebistana Siûdî fosîla tilliyek mirovan ya 85 hezar sal berê hat dîtin

    © Sputnik / KARIM SAHIB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Erebistana Siûdî fosîlek tilliya mirovan hat dîtin ku dibe dîroka koçberiyê ya mirovahiyê li ser ruyê erdê biguherîne. Fosîl ji aliyê lêkolîneran ve li herema Wusta ya Erebistana Siûdî hat keşifkirin.

    Lêkolîneran di hundirê çemê ku ser wî hatiye parastin fosîlê tilliya mirovan dît ku dîroka wî digihêje 85 hezar sal berê. Li gor zanyaran fosîla tilliyê dibe ku aîdî mirovên ewil be. Ji Zanîngeha Griffithê Paleontolog Julien Louys da zanîn ku fosîla tilliyê tê ser wê wateyê ku beriya niha 85-90 hezar sal berê mirovahî ji xeynî Efrîqa û Herema Deryaya Spî jî jiyan e û got kesên li vir dijîn 60 hezar sal berê ji şuna xwe koç kirine.

    Herwiha ji xeynî fosîla tilliya mirovan, hestiyên ajalan û amurên ku ji keviran hatine çêkirin jî li qada lêkolînê hatine dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê
    Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Zanist û Sirûştê ya Navdewletî
    Etîketan:
    Şûnwarnas, Fosîl, Lêkolîn, dîrok, Julien Louys, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de